Fêniks – çîrok

Afbeeldingsresultaat voor sinema amude

Fêniks
Dr.  Xelîl Omer

Xuşîniyeke xurt bi ber guhan ket û pê re toz û icac rabû û teyrekî weke hamekî danî û her çar lingên xwe di erdê de çikand û baskên  xwe yên mîna konê heftstûnî li kêlekên xwe danehev û hêdî-hêdî baskê çepê ji nuv re vekir û vêlkir ta serê wî gihand erdê. Bû çîve-çîva zarokan û cote- cot û bi qeflan xwe li ser çerixandin û daketin erdê hijmara wan zêdeyî 300 kesî ye, li hev komdibûn û li hev dizîvirin û dibûn grûp û tîm û dengê wan qube digya guhên hersê ciwamêrên li ber pala bîra bi bazin û bê av sekinîne.

-Dengê wan zarokan tê we? Hemzo pirsî.

-Em nekerrin! Zarok bi kurdî dipeyivin! Mamuste Ahmed, ne bi nermayî lêvegerand.

-Tu ji min re nabêje ev heyt çiye? Hemzo berê xwe da teyr û di pê re mamuste.

-Eger ez ezim ev teyrê Fêniks e. Mamuste lê vegerand û bilatim hinekî  xwe nepixand.

-Tu bi Xwedêke vêca Fêniks çi ye? Herdû biraderan bi hev re jê pirsîn.

-Fêniks teyrê êgire û navê wî di gellek çîrok û ramanên kevin de, weke teyrê êgir hatiye.

-Teyrê êgir! Tu çi dibêjî?  Evaya ber bi aqilan nayê! Yê min bi xwe ev tişt nakeve serê min. Hemzo got û pê re Ebaso serê xwe, nîşana erêniyê hejand.

-Min ji we nexwestiye ko hûn bawerbikin an na. Min got ev mîf û çîrokên pêşiyan e. Emê vegerin ser van zarokan, gelo çi pêve ye ko merov bi alî wan de here? Mamuste ji hevalan pirsî.

-Ya baş emê anka wan temaşe bikin, hîna wilo dîtin bê çawa zarok ji hev perçedibin û komik û tîman amadedikin û lîstkin ko daketin meydanê ji hersê merovan re xweş nasin: Gurko-pezo, tiliya şivanan, lîstka lakan û çirrê, zarokên hûr ji xwe re bi veşartokê lîstin…Hîna em di erê-nayê de ne ka em bi alî wan de biçin an na, me dît ko zarokekî neh-deh salî ji wan veqetiya û bilez bi alî me de hat.

-Dem baş gelî biraderan! Tu mamuste Ahmede yê di şerrê tişrînê de* şehîd çûye. Tu Ebaso ye; ne serma li te tê û ne germ li te tê, herdem tu ne raziye, ne li vê dinyê û ne li dinya ko tu jê hatiye. Hemzo tu mirovekî bêxemm e, heft û heyşt li cem te wek hev e, bê heval û cîran tu debarnakî.

-Te hişt ko devê me bighê paş guhê me, tu zarokê do ye, di ku re tu me nasdikî? Hemzo ji bedêla xwe û hevalan pirsî.

-Ez we nasnakim lê gellek tişt ji me ve xuyane, em teyrikên cunnetê ne, em zarokên sînema amûdê** ne.

——————————————————

* Şerrê tişrînê 1973 navbera Sûrî û Misrê ji milekî û Israyîlê ji milê din ve.

** Sînema Amûdê…..tu li ser temambike.