Mesûd Barzanî: Li referandumê ne poşmanim

Mesûd Barzanî cara yekemîn li ser referanduma serxwebûnê diaxife… çi got?

Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ligel radyoya emerîkî NPR, got ew li referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê ne poşmane û wan texmîn nekirin ku wê ev êrîşa eskerî were ser wan.
Barzanî got, wan texmîn dikirin ku wê sînor werin girtin, û wê dorpêça aborî li ser Kurdistanê çêbiba.
Barzanî her wiha got, hewlwesta Rûsya ji ya Emerîka baştir bû, û niha ji nû ve Kurdistanê pêwendiyên xwe bi Emerîka re dinirxînin.
Mesûd Barzanî her wiha dibêje, wî bi xwe nexwest dema serokatiya wî were dirêjkirin.

ji Molpera avestakurd