Pencerek li gel Axretê 1

Afbeeldingsresultaat voor ‫الاخرة‬‎

Dr.  Xelîl Omer

   Ev çi kaws e, ev çi berdêberdan e? Me digot em ji wê dinyê barkin, emê ji hemû kêşeyên xwe yên civakî, aborî û siyasî xelasbin. Hemzo bi poşmaniyeke xuya got.

– Ev hîna nîna ye, tirnîna bişûnde ye! Ebaso lê vegerand.

– Pek! Bi gora bavê min eger Axret ev Axret be, dinya me ya derewîn a em pê nerazîbûn bi sed carî ji vê Axreta han bedewetir û çêtir bû. Bi pîvanê wê dinyê, ev serê sê heyvan ez xêr û gunehên xwe bi dû xwe de dikşînim û kesek ji min re nabêje tu ji ku tê û tê here ku. Gelo wê kînga dora me ya mêzînê bê? Ma birra, bi vê izûmata ji bavê me Adem ta Decalê kor, yek mêzîn e? Ez dibêjim gunehê herî mezin yê bavê me Adem e! Eger wî ew şaştî nekiriba, hemû ev bela  nedihat serê me, mero dizanîba bê anha ew li ku ye, mero biça ew tirrek kiriba