Zirtekê pêlewên

Çîrok

Zirtekê pêlewên

Dr. Xelîl Omer

-Asselamû eleykum. Silava Xwedê serok Ardogan li serokê rûsiyayê kir.
-Merheba û gellekî merheba! Keremke ber tifikê! Pûtîn mêvan vexwend.
-Li cem we sermê zû destpêkir! Agir fêkiyê zivistanê ye nexasim agirê qurmikan, tifika min jî bi vî rengî agir dide, lê mixabin ew li ser elektrîkê ye! Ardogan got û kursiya ji textên zanê nêzîkî êgir kir û destên xwe firkand.
-Ar arê qurman e! (Xwedê go erê ezê di tifika te de bi…m!) Komika navbera kevanan, Pûtin di dilê xwe de got. -Min got belkî tranşkot tenê wê bikêr bê, lê xuyaye hesabê sûkê û bênderê li hev derneket! Ardogan ne ji tiştekî got.
-(Wê gellek hesabên te li hev dernevin birako!) Pûtin di dilê xwe de got. Em çi ji cenabê we re pêşkêşbikin? Qehwa tirkî an çaya semawirê rûsî?..Em nikarin qala vodkayê bikin, li cem we ev gunehekî mezin e! Pûtin got û hinekî mizicî.
-Estexfirella..ma ne xebera me ye?.. Vodka û Wiskî û yên mîna wan mirov tewşo- mewşo dikin. Ardogan baweriya xwe ya olî û civakî di vî warî de daxuyanî.
– (Ne tenê Vodka mirov tewşo- mewşo dike…xistina balefira me gelo tewşbûn bû, gelo dihnbûn bû, biraderê tûrak?) Bêguman Pûtîn ev hevok di dilê xwe de got…lê eşkere dengê wî hat: Kurro qehwê û çayê bi hev re bînin, bera serokkomar nebêje Rûs çavtengin.
-Li cem we, navbera dostan de, nav têne guhertin. Em bêjin Vladîmîr dibe Volodya. Ardogan dostaniyeke berî wextê anî qadê. – (Volodya!? Birra xelk berdayîne…), Pûtin ji xwe re got, lê ji ciwamêrê pî we re tiştekî din got: Çênabe ko mirov ji serokan re wisa bêje!
-Pitrisburg bajarekî spehî ye, tenê ne ev serma ba. Ardogan xwest şûna tirrê bi garis ke. -Istenbol jî bajarekî dîrokiye, cihê sultanan û herîman bû! Pûtin bi leke got.
– lstanbul, ew jî takî Sant Pitrisburg e pencera me ya di ewrupa de ye. – (Xwedê got erê, ezê g….di wê pencerê kim. Hela hêdî bihna xwe li min fireh bikin), Pûtîn wek adetê di dilê xwe de got. Lê ya eşkere hat gotin ev bû: Serokê delal tu nehatiye silavekê bike, fermo-kesekî xerîb nîne-çi di xurcika te de hebe, ji birayê xwe re valabike?
– Saxiya serê te..Hema ezê ji ya sereke dest pê bikim…Bi hersên navên Xwedê ez nizanim bê kê balefira we xist û tevî wilo ez wek mirov û serokkomar poşmaniya xwe ya mezin didim xuya û binamûs berî ez bêm, min ji hemû organên ewlehiyê xwest ko kî be ew, divê wî ji bin erdê derxin! Poşmaniyê eşkere ji ciwamêr dilopdikir. – (Wax li min te got û min jî bawerkir, balefira sûxoy qelenê wê bi du gotina çaresernabe) Serok Pûtîn di orta xwe û nefsa xwe de got. Lê, lêvegerandina wî ev bû: Erê erê şaştiyeke mezin bû û ez nizanim bê ezê çi ji milletê rûsî re bêjim!
– Serê min û şûrê wan! Ardogan yek nekir dido.
– Milletê rûsî ne Da’işe..milletekî baweriya wî bi praktikê tê! Pûtîn nerîna rûsan di pirsgirêkan de da xuyakirin. – Gelo di nerîna we de-cenabê serok-, wê çareseriyeke wek ya Lokerbî wê di cihê xwe de be? Ardogan çiçivandî pirsî.
– Milletê Sûrî yê reben ketine belayekê ne serî jê re heye û ne dawî? Serokê rûsî bi dilşewatî got.
-Erê..erê..tiştên ko bi serên wan belengazan hatiye bi serê dijminên mirov de neyê! Yê me bi

xwe, me ji alî xwe de tu texsîrî nekiriyê, ne ji aliyê mirovatî ne ji aliyê aborî û ne ji aliyê lucistîk…Serokê wek Esed nehatine ser riwê erdê..Ewî Da’iş çêkir û ew bavê çikirina tirrorên Y.P.G-ne!..Em hemû dizanin ko Y.P.G. çêlîkêm P.K.K-ne û P.K.K di lîsta terrorê de ne! Ardogan bihnçikandî binê xurcika xwe dawişand.
– Divê hêzên me dijî tirror û tirrorîstan yekbin û welatê Sûriyê welatekî serbixwe be û kaniyên ko Da’iş û yên mîna Da’işê jê veduxin divê bên çikandin!..Welatê Sûriyê welatekî serbixwe ye û mersela serokê wan, milletê sûrî wê bi hilbijartinê biryara xwe bide! Pûtîn bê firk û pêş serokê tirkan liberxist.
– Hêzên kurdî li bakurî Sûriyê, ereban û turkumanan koçberdikin û cenûsaydekê di topraxê de dimeşînin û Emerîka xwe çavgirtî dike û ji xwe em qala Ewropa nakin, te dî ew bennê du şûjinê ne! Mêvan ji mazûban re ta bi derzî vekir.
– Da’iş û grûpên radikal û ew sofîkên Helebê zor rewş aloz kirine û di pêşiya çareserkirina krîza Sûriyê de bûne kelem! Mirovê sportsmên nuqit danî ser tîpan.
– Serokê delal û hêja, em bi xurtayî dijî Da’iş û P.K.K. disekinin û di van rojên dawî de me bêtirî 400 hildanên ezmanî derxistin ser bakurê Iraqê û ne kêmî 1500 tirrorîstên P.K.K. kujtin! Ardogan bi serbilindayî got.
– Te qala turkumanan dikir, ma ew ne li ser sînorên we ne? Pûtin pirsî.
– Ma çawa Xwedê jê razî..tu ji Cirablisê bigre ta Mari’ê hemû gundewarên me ne û Emerîka sozin dabûn me lê xuyaye soz li cem wan ba ye, ne şill e û ne zuha ye! Ardogan bême’d got.
– Mirov bi zimanê xwe tê girêdan ne bi rişma xwe
– heşî hizûra te! Pûtîn pariyek ji nişkêve avêt ber mêvên.
– Heqzende mirovên me li wan gundewaran çi elokên delal xwedîdikin, bi xêr hûn bên Istanbolê emê goştê wan bikin çirrik! Ardogan bi sivkayî got.
– Elok!…Ewên xwe dinepişînin? Mêrikê ko hobbiya wî karatê ye biçavekî kêm li yê himberî xwe nerî.
– Serokê delal ez hinekî bi te şabûm! Ardogan got û ne bi hesanî xweziya xwe daqurtand.
– (Henek dibin genek!) Pûtîn di dilê xwe de got.
– Îran roleke nigetîv li Sûriyê dilîze, gelo wê ne dijî vê merselê be? Birêz Ardogan pirsî.
– Cirablus xakeke sûrî ye û morîkên diya Îraniyan li wê derê neqetiyane! Birêz Pûtîn dilê mêvên xiste cih.
– (Wey gidî, ez li qetekî digeriyam, werîsek kete destên min.
-Sûrî bûye girara qereçiyan, kê çi kir ma jê re!) Ardogan ji xwe re got. Lê wek adetê ji yê pî xwe re tiştekî din got: Heleb bajarekî aborî û dîrokî ye û aramî li wê navçeyê zor grîng e.
—————————————————————–

Komintarî: Waşington xwe di xew re biriye, çavekî vedike û çavekî digre û halê wê dibêje: Ev zirtekê pêlewên tirba welatê xwe bi destên xwe dikole” Ma em çi dixwazin!!??”.